Babîsokek…..?

Hisên ehmed
Babîsokek….
Min di nav tilyên
xwe da
Tiliyên kuştî da
Winda dike…..
Min di nav biskên
zêrînî da
Di nav pelên çaxa
minî zerbûyî da
Her gav û rojê
Belav dike….
Min di nav rewşên
ne nas da
Di nav şaştiyên wênî dijwar da
Her kul û êşê
Min hişyar dike…….
Di
bîranînên minî dûr da
Di bîranînên minî serxweş da
Bi bêdengî….perçe perçe
Min di nav da
Tarûmar dike…..
Ne pendîbûna hebûna min
Û li ser laşê demê
Wek icac û tozê
Min liberba dike……..
Ta min di jiyana min da
Bi pirs, di gilyên
xwe da
Carê.. hêdî… hêdî
Min neman dike…
ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
memuzin.info
werger :